31 December 2025 - 12:56
Xwîna pîr pêşketina Alzeymêrê dilezîne

Lêkolîn nîşan didin, hinek hokar di xwîna mişkên temendirêj hene ku pêkhatin plakên emjî yên têkildarî Nexweşiya Bîrbîrokîbûnê (Alzeymêr) dilezînin û dibine sebeba alozbûna bîr û hfîzeyê. Li aliyê din, xwîna ciwan pêkhatî ji pêkhateyên parastinê ye ku dikare rêyê li ber pêşketina vê nexweşiyê asteng bike.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyte (S.X) ABNA-Lêkoleran mişkên rêkxistî ji hêla jenetîkê ve ku potensiyela wan a çêkirina proteînên zirardar ên Alzeymêrê hebûn, bi kar anîn. Bo heyama 30 hefteyan xwîna mişkên pîr an ciwan li van mişkan hat derzîkirin.

Encamên lêkolînê bi vî rengî bûn:

Derzîlêdana xwîna pîr: Pêkhatina plakên zirardar li mejî lezand û bû sebeba alozbûna bîrê.

Derzîlêdana xwîna ciwan: Bandorên parastinê diyar bûn û pêşketina zirar û ziyanê li mejî hat hêdîkirin.

Analîza mejiyê mişkan, guherînine berçav di asta zêdetirî 250 proteînên bingehîn diyar kir. Armanca pêşerojê ya vê lêkolînê, naskirina deqîq a van hokaran di xwîna pîr de û îmkana berhemanîna derman ji bo pûçkirina bandorên wê yan xurtkirina taybetmendiyên parastinê yên xwîna ciwan e.

Serepeyv

BEŞA BIZANÎ ZANIST NEXWEŞI TENDURUSTÎ XWÎN

Your Comment

You are replying to: .
captcha